Lezgin

Li Sûriyê jinên Elewî tên revandin

reset font size increase font size

Li Sûriyê ji destpêka salê heta niha 33`ê jinên elewî ji aliyê kesên ne nas ve, hatine revandin.

Biştî hilweşîna rêjîma Baas`ê û bi hatina serokê desthilata Şamê ya demkî Ehmed Elşari, elewî rastî komkujî û revandinê tên. Bi taybetî piştî komkojiyên peravê, revandina jinên elewî zêde bûne.

Li gorî ajansa Rueters’ê jineke elewî ya bi navê Ebîr ku ji bajarê Safîta yê Sûriyê ye di 21`ê Gulanê de ji aliyê kesên nenas ve hatiye Revandin. Malbata Ebîr  diyar dike ku piştî ravandina wê bi çend seatan  kesên ku ew revandine bi riya telfonê bi wan re axivîne û di berdêla berdana keça wan de 15 hezar dolar xwestine. Kesên ku kaça wan revandine gotine ku ger ew van pereyan nedin wê kaça wan bifroşin.

Malbat dide zanîn ku Ebîr bi riya telefona kesê ku ew revandine bi wan re axiviye û gotiye: “Ez ne li Sûriyê me û ji axaftinê kesên dora xwe fam nakim.”

Malabata Ebîr di dawiyê de wiha dibêje: “Di 28 û 27’ê gulanê de me 15 hezar dolar bi alîkariya mirovên xwe komkir û li ser 3 hesabên cuda me ev pere rêkir bajarê Izmîr a Tirkiyê.  Piştî rêkirina peran jî keça me ne zîvirandin û heta niha jî em li ser rewşa wê  ti agahiyekê nizanin.”

Ajansa Rueters’ê diyar ku Ebîr yek ji 33 jinên ku hatine revandin e. Jinên ku hatine revandine temenê wan di navbera 16-39 salî de ne.

Malbatên jinên ku hatine revandin ji heman ajansê  gotine ku hikûmeta demkî ya Şamê  şikayetên wan cidî nagirtine û lêpirsîna pêwist  venekirine.

Perwîn El Eyo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24