Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava bi boneya 11emîn salvegera Komkujiya Şengalê, li bajarê Amûdê, li hola navenda PYDê civînek li dar xist.
Di çalakiyê de, erîşên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan, ji koçberkirin û kuştinê heta berxwedana gel a bi pêşengtiya YPJê, bi sinevizyonekê, hate pêşandan.
Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo diyarkir ku armanca komkuijyê, qirkirina gelê Kurd bû lê wan bi îdolojiya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe da.
Endama Rêveber a Meclisa Jinan a PYD`ê Netewî Xemgîn jî desnîşan kir Komkuijya Şengalê dîroka Kurd û jinên azad arman girt her wiha îradeya gel, DAIŞê têk bir û sîstemek nû ya demokratîk ava kir.
Civîn bi diruşmeyên “Şehîd nemir in”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azad” bi dawî bû.