Di 8'ê Kanûna borî de desthilata Sûriyê hat guhartin, pê re sûcên kuştin, revandin, tundiya malbatî û civakî bi taybetî hedefgirtina jinan, zêde bûn.
Di vê rewşê de jin bi şer û aloziyan re rû bi rû bûn û hin caran bedenên wan wek amûrên zextê hatin bikaranîn.
Jinên Sûriyê di pençên qetilkirinê de ne
Ji 8'ê Kanûnê ve 245 jin ku ji wan 24 zarok in, di encama sûcên cuda de wekî teqîna bermahiyên şer, gulebaran, qirkirina taîfî, tundiya malbatî û civakî de, hatine qetilkirin.
Piraniya sûcan li bajarên Hema,Hums,Siwêda, Heleb, Şam û gundewarên wê, Dêrazor, Dera û Laziqiyê qewimîne.
Di nava salekê de 201 jin hatine revandin û windakirin
Di Tîrmeha borî de piştî êrişa hêzên Hikûmeta Veguhêz a li dijî Siwêdayê, 100 jinên Durzî hatine revandin.
Li gorî raporên xwecih ên Siwêdayê jî, ji destpêka îsal ve 65 jin hatine revandin.
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Platforma Revandina Jinên Sûriyeyî Rawestînin, ji Sibata 2025'an ve herî kêm 36 jinên Elewî , ji aliyê çekdarên nenas ve, li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê hatine revandin.