Piştî Kongreya 39'emîn a CHP'ê Zeynel Emre wek Berdevkê nû yê partiyê hatiye erkdarkirin û Berpirsê Tekiliyên Gel û Medyayê Bûrhanettîn Bûlût, bi komek rojnamevanan re civiyan.
Emre û Bûlût derbarê dema nû de bersiva pirsan dan.
Zeynel Emre da diyarkirin ku ew ji ber operasyonên darazê namzetê xwe yê serokkomariyê naguherînin û got:
"Em bi vê pêş qebûlê tevger nakin.
Eger wisa be em ê teslîmî operasyonên darazê yê desthilatê bibin.
Li holê bê hiqûqî heye. Li vir sekna me zelal e.
Namzetê me Îmamoglû ye."
Zeynel Emre: Neçûyîna Îmraliyê biryarek rast bû.
Berdevkê CHP'ê Zeynel Emre di derbarê neçûyîna Îmralîyê ya partiya xwe de jî ev tişt anîn ziman:
"Hîna jî qeyûm hene. Li welat pêkanînên dij demokratîk berdewam dikin.
Ji cihê ku biryarên Mahkemeya Destûra Bingehîn û DMME'yê nayên bicîhanîn ti tişt jê dernakeve.
Ên ku çûn biryara wan e. Yan tê biçî yan jî naçî ev wisa ye."
Bûlût: Zextên desthilatê, piştî hilbijartinên xwecihî zêde bûne
Di civînê de Bûrhanettîn Bûlût jî axivî û destnîşan kir ku di vê serdemê de CHP û Tirkiye rewşekî zehmet derbas dikin û wiha domand:
"CHP, ji Adara 2024'an ve partiya yekem a Tirkiyê ye.
Zextên desthilatê yên li ser CHP'ê, piştî hilbijartinên xwecihî zêde bûne."
Bûlût da zanîn ku wan di kongreya 39'emîn a CHP'ê de li gorî bendewariyan kadroyên xwe berfireh û xûrt kirine û got:
"Nîyeta me ew e ku em ji bendewariyên civakî re bibin bersiv û kadroyek berfireh ava bikin.
Wek partiyekî ku ber bi desthilatê ve diçe, me kadroyên xwe xûrt kirin."
Berpirsê Têkiliyên Gel û Medyayê Bûrhanettîn Bûlût herî dawî diyar kir ku partiya wan di lekolînên anketên dawî de bi 2,8 puanan li pêş e.