Parastina asmanî bi temamî hat rakirin
Li gorî nûçeya taybet a ku ji aliyê malpera Monitor ve hatiye weşandin, proseyeke krîtîk li baregaha serbazî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê dest pê kiriye.
Çavkaniyên agahdar piştrast kirine ku hemû bataryayên parastina ezmanî ên sîstema Patriot, yên ku ji bo pûçkirina mûşek û dronên êrîşkar dihatin bikaranîn, ji herêmê hatine derxistin û ber bi cîhekî nediyar ve hatine veguhastin.
Hat ragihandin ku ev proseya ku hefteya borî dest pê kiriye hîn jî berdewam e û piraniya hêzên giran û serbazên Amerîkî ji herêmê derketine.
Biryara rûtîn a rêkeftina Washington û Bexdayê
Berpirsên herêmî diyar dikin ku ev pêngav ne biryareke ji nişka ve ye û wekî proseyeke rûtîn tê nirxandin. Ev vekişîn di çarçoveya pabendbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de pêk tê ku berê li gel hikûmeta Bexdayê li ser li hev kiribû.
Li gorî şertên peymana dualî, divê Amerîka hemû hêzên xwe yên serbazî heta dîroka 30'ê Îlona sala 2026'an bi temamî ji Iraqê vekişîne.
Tevî rakirina Patriotan jî, hinek sîstemên parastinê yên sivik hîn jî li baregahê hatine hiştin.
Kurd li hemberî gefên Îranê de bêparastin man
Biryara Pentagon ya ji bo valakirina asmanê Hewlêrê di demekê de tê ku Herêma Başûrê Kurdistanê di bin êrîşên berdewam ên Îranê û komên çekdar ên ser bi wê ve ye.
Çavkaniyên herêmî hişyariyê didin ku ev vekişîna leşkerî bûye sedem ku rayedar û gelê Kurd li hember gef û êrîşên asmanî yên muhtemel bê parastin bimînin.