Bi boneya salvegera 13'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî hate lidarxistin.
Yek ji navenda şahî û pîrozbahiyan bajarê Kobanê bû, ku yekem bajêr bû şoreşa 19ê Tîrmehê lê dest pê kir.
Bi boneya vê rojê xelkên Kobanê bi reng û xemla xwe qada Şehîd Egîd tijekirin û li ber stranên hûnermendên Kurd Jalal Rojhilat û Dilo Doxan, ên ku ji derveyî welat hatibûn vê roja dîrokî pîroz kirin.
Li Qamişlo salvegera 19'ê tîrmehê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin
Dîsa li bajarê Qamişlo li Parka Azadî bi beşdariya deh hezaran Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Êzidiyên bajêr şoreşa 19ê Tîrmehê hate pîrozkirin.
Di şahiyê de Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYDê Aldar Xelîl komkujiya li dijî civaka Dûrzî şermezar kir û got:
Foza Yusif: Em amade ne di rêveberiya Şamê de cih bigrin
Li bajarê Hesekê jî li Parka 4ê Nîsanê şahî hate lidarxistin.
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yusif jî beşdarî şahiyê bû û diyarkir ku ew amadene di rêveberina Şamê de cih bigrin.
Şahî bi stran û govendan bi coş û kelecanek mezin bi dawî bû.
Li Rimêlanê şoreşa 19`ê tîrmehê hate pîrozkirin
Her wiha xelkên bajarê Rimêlanê jî li Parka Newroz bi gerandina govendê ev roj pîroz kirin.