Di çarçoveya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de,
Ji 13 kesên ku di 13'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin 4 jê piştî îfadeya li qereqola cendirmeyan, radestî Edliya Dêrismê hatin kirin.
Di nav kesên ku hatine girtin de, polîsê berê Gökhan Ertok ku sîma (karta) Gulistan Dokûyê xistibû telefona xwe û hin agahiyên wê jê biribûn, her wiha
Karmendê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldi û berpirsê kamerayên Zanîngeha Mûnzûrê Süleyman Onalan û Savaş Gulturk hene.
Tê payîn ku dozgerî îfadeya kesên navborî bigire, dê serdozger bi xwe îfadeyê bigire.