Li Qamişlo ji bo piştgiriya QSD’ê meş hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî piştgiriya şervanên QSD’ê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meş bi tevlîbûna bi dehan şêniyên ji pêkhateyên cuda û endamên Rêxistina Rêveberiya Xweser ji çarxereya Aştî heta çarxereya Hîzamê berdewam kir.

Li ser navê pêkhateyên Ereb Şêx Hesen El-Teyî anî ziman ku QSD`ê wê bi biratiya gelan Sûriyeke Demokratîk ava bike.

Her wiha Şêx Hesen El-Teyî diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate di bin sîwana Rêveberiya xweser de jiyan dikin û hêza QSD`ê wan diparêze.

 

"Em ê hertim bi QSD`ê re bin"

 

Her wiha Şêx Hesen derbarê îdîayên ku pêkhateyên Ereb li dijî QSD'ê radibin jî wiha axivî:

"Me dît ku Ereb li Reqa, Minbic û Dêrazorê di bin parastina QSD`ê de ne û QSD ew ji destê çeteyên DAIŞ’ê yên hovane xilas kirin, wê çawa pêkhateyên Ereb li dijî QSD’ê rabin. Em ê her tim bi QSD`ê re bin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye