Serokê saziyê Luqman Hesen diyar kir ku li herêmê ji sedî 55'ê erdan genim tê çandin. Her wiha zeviyên din jî ji berhemên din re dimînin.
Hesen Diyar kir ku wan têra çandiniya genim li herêmê tov belav kirine ku li saziyê niha 8 cureyên tovên genim hene.
Saziya zêdekirina Tov ji bo her donumek erd 20 kîlo tov daye.
Her wiha nirxê her toneke tov dike 350’î Dolarên Amerîkî.
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di havîna borî de her toneke genim bi 420 dolarî ji cotkaran kirîbû.