Tovên ku protîn dihewînin gelekî bi sûd in

Ji bo ku mirov hêza xwe ya rojane zêde bike û tendurist jiyan bike, divê gûz û tovên ku bi protînan dewlemend in, bixwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gûz û tov di nav baştirîn çavkaniyên nebatî yên protînê de ne, ji bilî vê, ew rûnê tendurist û xurekên girîng dihewînin ku piştgiriyê didin dil û mîdeyê û şekirê xwînê birêkûpêk dikin.

 

Di derbarê cureyên protînê yên herî bilind di nav gûz û tovan de, VeryWellHealth, raporek amade kiriye.

 

Di raporê de, ev cûreyên gûz û tovan hene:

 

1-Tovên kungûyê:

 

Ew di warê protînê de herî bilind e, ji ber ku ew 9 graman di her onsê de dihewîne û bi saya naveroka xwe ya altrîptofanê dibe alîkar ku xewê baştir bike.

 

2-Fistiq a erdê:

 

Rêjeyeke bilind a protînê dihewîne, heta 7 gram di her onsê de û her weha pêkhateyên ku alîkariya baştirkirina kolesterol dikin û temenê mirov dirêj dikin.

 

3-Behîv:

 

Di her onsê de 6 gram protîn dihewîne ku piştgiriya tenduristiya dil û pergala helandinê dike.

 

4-Fistiq:

 

Her wiha di her onsê de 6 gram protîn dihewîne û her wiha bi antî-oksîdan û mîneralan dewlemend e û alîkariya kêmkirina iltîhabê dike.

 

5-Toxmên gulberojê:

 

Di her onsê de 6 gram protîn dihewîne û her wiha taybetmendiyên dijî-iltîhabê û piştgiriya tenduristiya dil heye.

 

6-Alkajo:

 

Di her onsê de 5 gram protîn dihewîne û alîkariya kêmkirina kolesterolê xirab dike.

 

7-Toxmên Chia:

 

Di her onsê de 5 gram protîn dihewîne û bi omega 3 dewlemend e, lê ji bo dûrketina ji pirsgirêkên helandinê, çêtir e ku berî xwarinê were şilkirin.

 

8-Toxmên Elktan:

 

Di her onsê de 5 gram protîn dihewîne, piştgiriya tenduristiya dil dike û asta kolesterolê baştir dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye