META-DER’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Golge (GKSM) ya li navçeya Esenyurt a Stenbolê civînek agahdarkirinê li dar xist.
Di civînê de endamê Komîsyona Turnuwa Futbolê ya Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder Muhammet Aslan got ku ji bo aştiya welat wê turnuwa Futbolê li dar bixin.
Keça Onder Ceren Onder Kandemîr jî diyar kir ku ji ber turnuwayê bextewar e û serkeftin ji bo beşdervanan xwest.
Dê ji bo turnuwayê heya 11'ê Mijdarê serlêdan werin tomarkirin û dê maça yekemîn jî di 15’ê Mijdarê de bê lîstin.