Li Ewropayê zêdetirî 3 hezar û 700 kes ji ber germahiyê mirine

Li Ewropayê pileya germahiyê gelekî bilind e. Ji ber pêla germahiyê li Fransa, Belçîka û Hollandayê tenê di meha hezîranê de zêdetirî 3 hezar û 700 kes mirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsal li welatên Ewropayê ji ber gehmahiyê gelek kes dimirin.

Ji ber pêla germahiya meha hezîranê ya li Ewropayê, li Fransa, Belçîka û Hollandayê rê li ber mirina zêdetirî 3 hezar û 700 kesî vekiriye.

Rayedar vê daneyên weke destpêkê destnîşan dikin, lê tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir be jî.

Zanyar diyar dikin ku germahiya zêde çavkaniya xwe ji guherîna avhewayê digire.

Hat eşkerekirin ku ji ber pêla germahiyê li welatê wan rê li ber mirina 2 hezar û 25 kesî zêdetir vekiriye.

Li gorî daneyên mala tenduristiyê jî mirinê di navbera 22-28’ê hezîranê yên li malan li gorî hefteya borî, ji sedî 91 zêdetir bûn.

Li aliyê din mirinên li malên vehewînê û saziyên tenduristiyê jî zêde bûne.

Rayedar diyar dikin bi gihiştina encamên dawî re wê hejmara miriyan zêdetir bibe.

Li Belçîkayê jî di navbera 18-29’ê hezîranê de zêdetirî  hezar û 200 kes mirine.

Hat ragihandin ku 530 temenê wan 85 salî û jorî wê bûn, 180’ê kes jî temenê wan 65 salî û jêrî wê bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Belçîkayê, destnîşan kir ku ev rêjeya mirinê ya bi vê pêla germayê re derketî, di dîroka welat de heta niha tiştek wiha nebûyî, îfade kir.

Li Hollandayê jî rayedaran ragihand ku piranî kesên mirî temenê wan jorî 80’ê salî bûn.

Her wiha li welêt nêzî 480’ê kes mirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye