Li bajarên herêma Cizîrê ezmûnên pola 12'an li gorî minhacê Rêveberiya Xweser û ezmûnên pola 9'an li gorî minhacê Sûriyê yê berê dest pê kirin.
Li Kobanê jî, ezmûnên pola 9'an li gorî minhacê rêveberiya xweser dest pê kirin.
Ev ezmûn ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve tên birêvebirin.
Ezmûnên minhacê Rêveberiya Xweser ji bo xwendekarên azad in.
Lê ezmûnên minhacê berê yê Sûriyê, xwendekarên giştî û yên azad tev de wan pêşkêş dikin.
Navendê diyar kir ku ev jimar li ser 57 navendên ezmûnan li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Serê Kaniyê, Şedadê û Til Koçerê hatine belavkirin.
Li gorî bernameya ezmûnan, îro xwendekarên pola 12'an ên zanistî û wêjeyî yên minhacê Rêveberiya Xweser dest bi ezmûnan kirin û roja 6'ê mehê dê xwendekarên pola 9'an jî dest bi ezmûnan bikin.
Di heman demê de, îro ezmûnên pola 9'an ên minhacê berê yê Sûriyê dest pê kirin û di 6'ê hezîranê de jî dê ezmûnên pola 12'an dest pê bikin.
Her wiha nêzî 207 xwendekarên azad ên pola 9'an, ezmûnên minhacê Rêveberiya Xweser li bajarê Kobanê pêşkêş kirin.
Pêvajoya ezmûnan îsal ji aliyê komîteyên hevbeş ên Rêveberiya Perwerdeyê ya parêzgeha Hesekê û Desteya Perwerdeyê ya Cizîrê bi rê ve diçin.