Her çiqas li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sala borî rastî kêmbarîna berf û baranê an go bi hişkesaliyê re derbas bûye, le belê mirov girîngiyê didin ku çareseriyên altarnatîf pêşbixin .
Girêdayî wê Bêjwar Silêman ê ji gundê Girê Berî yê Tirbêspiyê ya kantona Cizîrê xebata "cehê şînkirî" da destpêkirin.
Têkildarî tecrûbeya cehê şînkirî endezyar Silêman ji ANHA'yê re axivî .
Silêman diyar kir ku piştî salekê ji hişkesaliyê û bilindbûna bihayê êm, wî dest bi lêgerîna rêbazên altarnatîf ên ji bo peydakirina êma pez kiriye.
Ji kîloyek ceh 8 kîlo cehê şînkirî tê bidestxistin
Silêman anî ziman ku di destpêkê de, ji ber kêmbûna pisporiyê û nebûna madeyên guncav hin zehmetî hebûn.
Lê piştî lêkolîn û ceribandinê, ew kariye van astengiyan derbas bike û dest bi hilberînê kiriye.
Endezyarê çandinî da zanîn ku cehê şînkirî nêzî ji sedî 60 ji lêçûna êmê din peşwazî dike, li kêlek wê jî hejmara zayînan zêde dike, hilberîna şîr û goşt baş dike.
Her wiha sîstema parastinê ya sewalan û kalîteya hilberînê xurtir dike.
Endezyar Bêjwar Silêman destnîşan kir ku her kîloyek cehê heb, nêzî 8 kîlo cehê şînkirî hildiberîne.
Di dawiyê de endazyar Silêman bang li kesên ku bi vî karî re mijûl dibin kir, ku vê tecrûbeyê pêk bînin.