Li Herêmên Hikûmeta Veguhêz rewşa bê aramiyê berdewame

Li Humsê hin çekdarên nenas êrîşî firoşgehekê kirin û di encamê de du kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Her wiha li aliyê din jî li Hemayê mayînek bermahiya şer teqiya û di encama de 9 kes birîndar bûn .

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat zanîn ku li ser rêya Bab El Dirêb a bajarê Humsê çekdarên nenas bi guleyan êrîşî firoşgehekê kirin. Di encamê de welatiyek û hevjîna wî hatin qetilkirin û welatiyek jî birîndar bû.

 

Li hember van êrîş û sûcên dubare şêniyan hêrsa xwe bi van gotinan nîşan dan "Rojane qetilkirina welatiyan ji bo mezhebperestiyê li Humsê zêde dibe."

 

Li gorî agahiyan li Hemayê jî mayîneke barmahiyên şer di nav zaviyên sivîlan de teqiya. Her wiha dema ku teqîn çêbû şêniyên gund jî di nav zeviyan de dixebitîn.

 

Di encama teqînê de neh kes ku di nav wan de zarok jî hene birîndar bûn. Ti alî heya niha ji bo rakirina van bermahiyên şer neketiye nav tevgerê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye