Li Amedê 9’emîn Fuara pirtukan ku bi peşandana pirtukan û rojên îmzayê tê li darxistin berdewam dike.
Ev çalakî bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Fuara Mezopotamyayê tê li darxistin.
Pêwendiya zêde ya xwîneran ji bo fuarê hebû, ji ber ku pirtûk civakan tînin ba hev û rê li ber pêşketina ziman vedike.
Pêşengeh dê 9 rojan berdewam bike û 200 weşanxaneyan jî li fuarê stand vekirine.
Li ser standan gelek cureyên pirtûkan cih digrin.
Ji van standan 31 jê yên Kurdî ne.
Pêşengeha pirtûkan dê sibê di roja sêyemîn de bidome.
Her roj saet 10.00'an de vedibe û saet di 19.00'ê êvarî de tê girtin.