Li Mûşê trênê li serwîsa xwendekaran da û 17 xwendekar birîndar bûn

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, trênê li serwîsa xwendekaran da û li gorî agahiyên yekem 17 xwendekar birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Trêna ku sefera di navbera Tetwan û Xarpêtê dikir li serwîsa xwendekarên dibistana navîn a Melîkşah ku Ramazan Aytulun diajot da.

Li gorî agahiyan tîmên tendirustîyê, polîs û tîmên AFAD’ê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê 17 xwendekarên birîndar veguhestin nexweşxaneya dewletê ya Mûşê.

Rêveberiya perwerdeyê ya Bajêr Abdulkadîr Altay piştî qezayê derbasî nexweşxaneyê bû û derbarê rewşa birîndaran de agahî wergirt.

Abdulkadîr Altay got:"Dema serwîsa xwendekaran ji xaçerêya trênê derbas dibe trên ji aliyê çepê ve li serwîsê dide û xwendekarên me birîndar dibin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye