Barzanî li Antalyayê bi Ehmed Şera û Tom Barrack re hevdîtin kir

Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de li hev civiyan û rewşa herêmê nîqaş kirin. Beriya civîna Şera, Nêçîrvan Barzanî bi nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack re jî civiya bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro bi beşdariya gelek serok û serkirdeyan dest pê kir.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera û nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack re cûda cûda li hev civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X'ê derbarê naveroka civînê de, daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de, kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Ehmed Şera re anî ziman û got:

"Min ji bo hewlên wî yên berdewam ên ji bo aramiya Sûriyê û ji bo bipêşketina di pêkanîna peymana ligel QSD`yê de destxweşî li Serok Şera kir."

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku wan li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyê de dan û standin kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku armanca wan xurtkirina hevkariyan a di warê ewlehî û aboriyê de ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser civîna bi Tom Barrack re jî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku her du aliyan bal kişandin ser bandora şer a li ser Îraq û Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack, pêşhatên herî dawî yên li Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurdan a li wî welatî gotûbêj kirin.

Her du aliyan pêşhatên li Rojhilata Navîn û bandora şer a li ser ewlehiya herêmê gotûbêj kirin.

Her du aliyan bal kişandin ser bandora şer a li ser Îraq û Herêma Kurdistanê.

Wan tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata berdewam a ji bo çespandina aştiyê û parastina aramiyê kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye