Marco Rubio sersaxî ji Herêma Başûrê Kurdistanê re xwest

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, sersaxî ji Herêma Başûrê Kurdistanê û xizmên Pêşmergeyên ku di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dabûn xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di pêywendiyeke telefonê de bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.

 

Marco Rubio êrîşa mûşekî ya Îranê li Hêza Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir.

 

Mesrûr Barzanî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Marco Rubio sersaxî ji wan xwestiye û got:

 

"Wî hevxemiya xwe ya ji bo Pêşmergeyên şehîd nîşan da û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan dubare kir."

 

Mesrûr Barzanî her wiha ragihand ku ew li ser çend mijarên din jî axivîne û wiha lê zêde kir:

 

"Her wiha me mijara Aboriya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê nirxand û gotûbêj kir."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye