Meclîsa Jîngehê ya Kantona Cizîrê hat avakirin

Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo îro avakirina Meclîsa Jîngehê bi civînekê ragihand.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di civînê de, bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û çalakvanên parastina jîngehê, erka Meclîsa Jîngehê hate şîrovekirin.

Meclîsa Jîngehê ya Kantona Cizîrê ji gelek desteyên Rêveberiya Xweser pêk tê.

Di dawiya civînê de jî, ji bo hevserokatiya Meclîsa Jîngehê, Rovend Ebdo û Mihemed El-Elî hatin hilbijartin.

Avakirina vê meclîsê, pêngaveke nû ye ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê avêtin, ew jî bi armanca bihêzkirina çanda parastina jîngehê di nav pêkhateyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye