QSD: Li gundewarê Eyn Isayê 71 kes hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên operasyona ewlehiya hevbeş bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re li gundewarê Eyn Îsayê ragihand .

reset font size increase font size

Di Daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Di operasyona ewlehiyê ya ku hêzên Komandos bi hevkariya Hêzên Operasyonan û Hêzên (HAT) ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, li bajarokê Hîşe û derdora wî û rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê dest pê kiriye, 71 kes hatin girtin.”

 

Di nav wan de, kesên girêdayî DAIŞ`ê, kesên ku destê wan di torên sûcên rêxistinkirî, dizî, şêlandin û bazirganiya narkotîkê de hene, kesên tev li êrişên li dijî ewlehiya herêmê û sivîlan bûne jî, hene.

 

Hat eşkerekirin ku di operasyonê de, miqdareke çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye