Li Endonezyayê 54 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Endonezyayê hejmara qurbaniyên hilweşîna dibistanekê gihişt 54 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Karesatan a Endonezyayê da xuyakirin ku di encama hilweşîna dibistanekê de, hejmara qurbaniyan gihiştiye 54 kesan.

 

Rêveberê Operasyonên Ajansa Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî ya Jakarta, Yudhi Bramantyo eşkere kir ku wan heta sibeha duşemê, 54 cenaze dîtine û heya niha 13 kesên din jî winda ne.

 

Her wiha hêvî dike ku ew îro karibin operasyonên lêgerînê biqedînin û cenazeyan radestî malbatan bikin.

 

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Rêveberê Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî Budi Irawan ev bûyer weke karesateke herî kujer a îsal li Endonezyayê bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye