Çavkaniyekê got ku rayedarên Serokê DYA'yê Donald Trump vê hefteyê ji Kongreyê re gotine ku 6 rojên pêşîn ên şerê li dijî Îranê herî kêm 11.3 milyar dolar lêçûn hatiye kirin.
Rayedaran ev hejmar di rûniştineke girtî de bi senatoran re eşkere kirin.
Ev lêçûna tevahî ya şer nagire nav xwe lê ji bo qanûndanêran ku bêtir agahdarî li ser pevçûnê xwestine hatiye eşkere kirin.
Çend alîkarên kongreyê hêvî dikin ku Qesra Spî di demek nêzîk de daxwazek ji Kongreyê re ji bo fînansmana şer a zêde pêşkêş bike.
Hin rayedaran gotin ku daxwaz dikare bigihîje 50 milyar dolarî, hin rayedarên din jî gotin ku ev texmîn kêm xuya dike.
Îro roja 13'an ya şerê Îran û DYA-Îsraîlê ye û heya niha ji xeynî windahiyên canî gelek zirarên madî jî hatin jiyîn.
Ev mîkdara ku hat eşkere kirin hejmarek destpêkê ya lêçûnên şenbere ku ew jî tênê lêçûnên 6 rojan yê DYA destnîşan dike. Her ku diçe şer bîlançoyek girantir ji bo dewlet û gelên herêmê jî derdixe.