Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê derbasî roja xwe ya 15`mîn bû

Şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê derbasî hefteya xwe ya sêyem bû. Şerê di navbera her dû aliyan de bi lêdana Amrîkayê ya ji Girava Xark ya Îranê gurtir bû û Trump jî eşkere kir ku eger Îran destwerdanê di veguhestina di Tengava Hurmuz re bike, ew ê êrîşî cihên bingehîn ê niftê yên Girava Xarkê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl- Amrîka û Îranê di roja xwe ya 15` an de berdewam dike.

 

Êrîş û gef ji her dû aliyan ve, berdewame.

 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên Hêza Hewayî ya Îsraîlê şevê din hêzên ku li xalên kontrolê yên li Tehranê dixebitin hedef girtin û ji holê rakirin.

 

 

Îran li seranserî herêma Kendavê û devrên Îsraîlî êrîşên xwe berdewam dike

 

 

Her wiha Îran li seranserê herêma Kendavê bi awayekî hevdem bi dron û mûşekan êrîşî ser hebûna baregehên leşkerî û cihên bazirganî yên DYA'yê dike.

 

Beşa Têkiliyên Giştî ya Muhafizên Şoreşê ragihand ku pêla 46`emîn a Operasyona "Soza Rastîn 4" bi bikaranîna mûşekên Xuremşehr, Xeyber şkan, Emad û Qadr armancên li deverên Îsraîl û baragehên Amerîkî hedef girtiye.

 

 

Îran: Me du dronên dijmin xistine xwarê

 

 

Heman çavkaniyê da zanîn ku Pasdarên Şoreşê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 2 dronên din xistine xwarê, yek ji wan MQ-9 li Fîrûzabad parêzgeha Fars û ya din jî li ser Tebrîzê bû.

 

Bi vî awayî, hejmara giştî ya dronên ku heta niha ji aliyê Îranê ve, hatine îmhakirin li gorî mediyayên Îranê, gihişte 111'an.

 

 

5 balafirên sotemeniyê yên hêza hewayî yên Amerîkayê li Erebistana Siûdî hatin bombebarankirin

 

 

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku 5 balafirên sotemeniyê yên

Hêza Hewayî ya Amerîkayê li Baregeha Hewayî ya Emîr Sultan li Erebistana Siûdî hatin bombebarankirin û zirar dîtin.

 

 

 

Trump: Eger Îran Tengava Hurmuz bigre em ê êrîşî grava Xarkê bikin

 

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Girava Xark ya Îranê hedefên leşkerî wêran kirine.

 

Trump eşkere kir ku Washington bi zanebûn binesaziya petrolê ya giravê diparêze, lê hişyarî da ku eger Îran destwerdanê di veguhestina di Tengava Hurmuz re bike, ew dikare rastî êrîşê were.

 

Girava Xark navenda girîng e ku piraniya hinardekirina petrola xav a Îranê jê derbas dibe ku nêzîkî 90 ji sedî sewqiyatên petrola Îranê termînalek hinardekirinê ye.

 

 

Îran:  Êrîşên li ser tesîsên me wê bibe sedema operasyonên tolhildanê

 

 

Di heman demê de, Tehranê hişyarî da ku her êrîşek li ser tesîsên wê yên enerjiyê dê bibe sedema operasyonên tolhildanê li dijî binesaziya petrolê ya herêmî û milkên hevalbendên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

 

Ev yek tirsa krîzeka enerjî û ewlehiyê li seranserê Kendavê berfirehtir û zêde kir.

 

Li gorî Sekreterê Artêşa Amerîkayê Dan Driscoll, ji bo rûbirûbûna êrîşên bêpîlot ên Îranê û gefên herêmî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 10 hezar bêpîlotên astengker li Rojhilata Navîn bi cih dike.

 

Di heman çaçoveyê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê 10 milyon dolar xelat ji bo agahiyên li ser Mucteba Xameneyî û rayedarên din ên payebilind danî.

 

 

Artêşa Îsraîlê: Me hata niha 7 hezar û 600 êrîşên asmanî li Îranê pêk anîne

 

 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêkirina operasyona hevbeş a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di 28'ê Sibatê de, nêzîkî 7 hezar û 600 êrîşên asmanî li Îranê û hezar û 100 li Lubnanê pêk anîne.

 

 

Heta niha hezar û 298 kuştî û 4 hezar û 765 birîndarî li Îranê çêbûne

 

 

Qurbaniyên şer, ji 28'ê Sibatê û vir ve, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de li gorî Ajansa çalakvanên mafên Mirovan yên Îranê hezar û 298 kes hatine kuştin û 4 hezar û 765 kesên din jî birîndar bûne.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye