Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bissent wiha got:
Di zêdebûna zextên aborî yên li ser Tehranê de, dibe ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vê hefteyê cezayan li ser bankek Îranî bibire û dibe hefteya bê bankek din ceza bike.
Bissent destnîşan kir ku Washingtonê ji bo cezayan bi hevalbendên xwe re hevdîtinan dike û got wê "piştgiriyek xurt" wergirtiye.
Her wiha destnîşan kir ku DYA’yê dê pereyên neqanûnî yên rejîma Îranê yên ku ji gel diziye bişopînin.
Bissent ragihand ku Washington ceza daye şîrketên kirêkirina balafiran ên ku bi Îranê re didin û distînin û anî ziman ku DYA’yê bi biryar e ku rejîma Îranê di aliyê aborî de bixeniqîne.
Her wiha Bissent da zanîn ku Washington nîşanên hilweşîna darayî ya Îranê dibîne û wiha got: " DYA’yê bi Çînê re li ser mijara Îranê dan û standin kir û xalên lihevkirinê yên di navbera her du welatan de ji xalên nakokî girantir in."