Maça di navbera Barcelona û Rayo Vallecano şahidî kelecanek mezin kir.
Di destpêka maçê de tîma Rayo Vallecno maç bi performansek xurt destpê kir û di deqeya 12'an de Sergio Camilo Perez perdeya golan vekir.
Piştre lîstikvanên tîma Barcelona daketin qadê û bi heyecan lîstin di deqeya 19'an de Rafinha gola yekem a tîma xwe avêt.
Piştî gola Rafinha hevkarê wî Lamine Djamel tomar kir.
Nîvê yekem ji maçê bi encama 2-1 bi pêşengiya Barcelona bi dawî bû.
Di nîvê duyem de parêzvanê Rayo Vallecano Florian Lejeune bi şaşî golek li ser xwe avêt.
Piştre Camilo Perez di deqeya 59'an de gola xwe û ya tîma xwe ya duyem avêt.
Berya ku maç bi dawî bibe stêrkên barcelona Rafinha û Lamine Djamel du golên din avêtin û maç bi encama 5-2 bi serkeftî qedandin.
Barcelona bi 9 puanan di rêzê de yekem cih digire
Bi vî awayî Tîma Barcelona bi 9 puanan di rêzê de yekem cih digire.
Rayo Vallecano, hejmara wan heta demekê cemidî maye û ew di rêza 18an' de mane.