Li Sûriyê di encama du bûyeran de 3 kes mirin û 11 kesên din jî birîndar bûn

Di encama teqînên li bajarokê Benş ê Idilbê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn her wiha li bajarokê Kenakirê yê Şamê di navbera hin kesan de şer derket di şer de kesek hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên nêz hatin veguhestin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gerînendetiya Rewşa Awarte û Rêveberiya Karesetan a Parêzgeha Idlibê diyar kir ku di encama teqînên dijwar ên li pey hev de ku li bajarokê Benş ê Idlibê pêk hatin, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne. 

Heta niha sedem û jêdera teqînan bi awayeke giştî nehatiye zelalkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, hin çavkanî dibêjin teqîn di depoya çekan de çêbûne, hin jî dibêjin sedema teqîna wesayeteke cebilxaneyê ye. Lê heta niha ji hêla hikumetê ve tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

 

Şamê: Di navbera hin Kesan de şer qewimî

Li bajarokê Kenakirê yê Şamê di navbera çend kesan de şer derket. Di şer de kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da diyarkirin ku li bajarokê Kenakir yê girêdayî Şamê şer di navbera hin kesan derket gihişt asta bikaranîna bombeyan. Di encama şer de kesek hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR‘ê şer ji ber nakokiyeke di navbera hin kesan de dest pê kir, piştre çek û bombe hatin bikaranîn.

Her wiha SOHR‘ê da zanîn ku hêzên ewlekariyê berê xwe da cihê bûyerê û pevçûn bi dawî kir, birîndar jî rakirin nexweşxaneya Quneytîrayê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye