Damezrînerê Partiya Çirçirkan hat girtin

Hikûmeta Hindistanê damezrînerê Partiya Çirçirkan "Kukruch Janata" Abhijit Deepki girt.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Bûye demeke ev partî li hindistanê xwepêşandanên girseyî lidardixe.

Piştî xwepêşandana li New Delhiyê ku tê de daxwaza îstifaya serokê Komîsyona Hilbijartinan a Hindistanê hate kirin, carekê hate binçavkirin.

Ev protesto piştî guhertinên di lîsteyên hilbijartinan de pêk hatin.

Di pêvajoya vekolînê de eşkere bû ku zêdetirî 130 milyon deng ji lîsteyan hatin derxistin.

Lê Komîsyona Hilbijartinê red kir ku alîgiriya ti partiyê kiriye.

Her wiha Komîsyonê diyar kir ku ew dengên ku bi xeletî hatine derxistin, dikarin ji nû ve xwe tomar bikin.

Tilvizyona india Today û New Delhi TV ragihandin ku Dipki ji bo pêşîlêgirtina têkçûna aştiyê hatiye girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye