Sîstemên parastina asmanî yên Rûsî di şevekê de 193 dronên Ukraynayê têk birin. Di nav wan de 34 dron Moskowê hedef girtibûn û 47 jî li ser herêma Bryansk hedef girtibûn li wir herî kêm kesek hat kuştin û pêncên din jî birîndar bûn.
Alexander Bogomaz, parêzgarê herêma Bryansk a Rûsyayê, roja duşemê li ser Telegramê diyar kir ku droneke Ukraynî li herêmê li Mînîbasekê xistiye, di encamê de şofêr hat kuştin û 5 rêwî birîndar bûn.