Duh Elon Musk di parvekirineke xwe ya li ser hesabê Xê de nivîsî û di vê peyamê de dibêje:
“Dema mijar dibe îflaskirina welatê me ya bi sedema îsraf û gendeliyê re, em di sîstemeke yek partiyî de dijîn, ne di demokrasiyê de.
Îro, Partiya Amerîkayê ji bo ku azadiya we li we vegerîne, hat damezirandin.”
Hêjayê bibîrxistinê ye ku ragihandina partiya nû piştî rojekê hat ku Musk li ser Xê rapirsiyek kiribû û ji şopînerên xwe pirsîbû ka gelo pêwîst e partiyeke nû were damezirandin?
Di encama rapirsiyê de ji sedî 65,4 beşdaran bersiva "Erê" da bûn.