Hêzên Rûsya çend navçeyên din li Ûkraynayê kontrol kirin

Hêzên Rûsyayê çend navçeyên nû li Herêma Donetsk kontrol kirin û fermandarê Artêşa Ûkraynayê eşkere dike ku hêza Rûsya ji ya wan zêdetir e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Rêveberiya Herêmî ya Herêma Donetsk, ku ew bi xwe alîgirê Rûsyayê, Denis Pushilin eşkere kir ku hêzên Ûkraynayê bi dron û mûşekan êrîşî du bajarên herêmê kirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Li Zaporizhia jî hêzên Rûsî çend cihên nû kontrol kirin.

Endamê Meclîsa Îdarî ya Herêma Zaporizhia, Vladimir Rogov diyar kir ku hêzên Rûsî ketine gundê Primorskoye û niha jî, ji bo kontrolkirina Stepnogorsk şer dikin.

Ji aliyê xwe ve jî, fermandarê Artêşa Ûkraynayê Oleksandr Syrskyi eşkere kir ku hêza Rûsya ji hêza wan zêdetir e û got: Hêzên Rûsyayê pêş dikevin û di vê pêşketinê de tektîka tevgera komên bejahî ên biçûk bikar tîne û ew ji gundekî derbasî gundekî din dibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24