Jose Antonio Cast bû serokê nû yê Şîlîyê

Di tûra duyemîn a hilbijartinên Şîlîyê de namzedê Partiya Komarparêz a rastgir Jose Antonio Cast bi ser ket. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di posteke li ser X'ê de, serkeftina Cast a di hilbijartinan de, pîroz kir. Beşeke civakê Cast wekî şopajoyê generalê faşîst Pinochet dibînin û ditirsin welat ji nû ve vegere rojên berê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Şîliyê, tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê hat lidarxistin, di encamê de, namzedê Partiya Komarparêz a rastgir Jose Antonio Cast, bi ser ket.

Castê serkeftî dê di Adara 2026'an de vê wezîfeyê bigire ser xwe.

Namzeta Partiya Komunîst Janet Jara, têkçûna xwe qebûl kir û got, "Demokrasî bi zelalî axivî.

Janet Jara, di postek li ser X'ê de, da xuyakirin ku ew bi Cast re axiviye û serkeftin ji wê re xwestiye.

Cast %58ê ji dengan wergirt

Di van hilbijartinan de, Cast ji sedî 58 ji dengan wergirt û Jara jî bû xwediya  ji sedî 42'an dengan.

Berdevkê kampanyaya Cast, Arturo Scuela, ji baregeha partiyê li paytext Santiagoyê, serkeftin ragihand.

Arturo Scuela destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina krîza ku Şîlî rû bi rû ye, berpirsîyeke mezin hîs dikin.

Jose Antonio Cast, soz da ku ew ê guhartineke bingehîn çêbike.

Castro wiha axivî:

"Bê ewlehî, aştî tune ye. Bê aştî, demokrasî tune ye û bê demokrasî, azadî tune ye. Şîlî wê ji sûc, fikar û tirsê rizgar bibe."

Cast: Em ê koçberên bê belge dersînor bikin

Di derbarê mijara koçberan de de jî Cast soz da ku sînorên Şîliyê ewle bike û her koçberên bê belge dersînor bike.

Di heman demê de, Cast anî ziman ku ew ê girtîgehên nû jî, ava bike.

Ev cara yekem e ku dengdan mecbûrî ye û nêzîkî 15.8 milyon kes mafê xwe yê dengdayînê bi kar anîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di posteke li ser X'ê de, serkeftina Cast a di hilbijartinan de pîroz kir.

Li Şîlî metirsiyek heye ku welat ber bi pratîkên otorîter ve biçe.

Beşeke civakê Cast wekî şopajoyê generalê faşîst Pinochet dibînin.

Desthilata Pinochet windakirin û îşkenceyên berbelav dihat naskirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye