Li ser sînorê Sûriye-Libnan pevçûn derket

Di navbera hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê û artêşa Libnanê de li ser sînorê Sûriyê-Libnanê pevçûnekê rû da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dema artêşa Lubnanê hewl dida rêyeke qaçaxçîtiyê bigire û bi dû komeke qaçaxçîyan keve, di navbera wê û hêzên Hikumeta Veguhêz de pevçûn derket.

Pevçûn li herêma Meşrefe ya li ser sînor a di navbera Hirmil û Qai de rû da.

Çavkaniyên ragihandinê yên Lubnanê dan zanîn ku artêşa Libnanê di hundirê axa xwe de hat gulebarankirin û bi wê re pevçûnek heta 10 deqeyan derket.

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî bûyerê, aliyê Libnanê têkilî bi îsîtxbarata Sûriyê re danî û wê jî bersiv da ku bûyer "ji ber têgihîştina şaş bûye".

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye