Di encama êrîşên Îranê yên li ser welatên kendavê wekî Kuweyt û Behreyn agir derketiye.
Ajansa Nûçeyan a Kuweytê (KUNA) ragihand ku êrîşa bi dronên Îranê agir berda depoyên sotemeniyê yên balafirgehê.
Her wiha ev êrîşa dawî yek ji çend êrîşên ku balafirgeh û depoyên sotemeniyê yên Kuweytê hedef digirin.
Di demekê de ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê berfireh dibin, Tehran jî herî zêde êrîşî welatên Kendavê yên Ereb dike.
Behreyn: Di êrîşa Îranê de agir bi şîrketekê ket
Li Behreynê jî piştî êrîşa Îranê li ser tesîseke şîrketekê, agir pê ket.
Wezareta Navxweyî ya Behreynê roja çarşemê ragihand ku tîmên parastina sivîlan ji bo vemirandina agirê ku li tesîseke şîrketekê derketibû, dixebitin.
Her wiha rayedaran ew wekî êrîşeke Îranê bi nav kirin û gotin ku aliyên peywendîdar li cihê bûyerê tedbîrên pêwîst digirin.
Derbarê şîrketê de, qurbanî yan jî di asta zirarê de ti hûrgiliyên din nehatin dayîn.
Emirates Airlines: Qedexe ye îranî derbasî Îmaratê bibin
Malpera Emirates Airlines roja çarşemê, diyar kir ku destûr nayê dayîn ku welatiyên Îranê bikevin an jî derbasî Îmaratê bibin.
Malpera FlyDubai, zêde kir ku welatiyên îranî yên xwedî Vîzeya Zêrîn a Îmaratê ji vê qedexeyê azad in û destûr tê dayîn ku derbasî welêt bibin û jê derkevin.