SOHR: Li Siweydayê du sivîl hatin revandin

Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR), ragihand ku du sivîl ji gundê Necran yê Siweydayê, dema ku li ser erdê xwe yê çandiniyê dixebitîn, hatin revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavdêriyê Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) derbarê kiryar û binpêkirinên li Siweydayê de, daxuyaniyek da.

 

 

SOHR'ê ragihand ku komeke çekdar ji deverên ku di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de ne, du sivîlên ji gundê Necran li rojavayê Siweydayê revandine.

 

Li gorî çavkaniyên SOHR'Ê  komê her du kes dema ku li ser erdê xwe yê di navbera Necran û bajarokê El-Mezra'a karê çandiniyê dikirin, revandin û  birine cihekî nenas .

 

Heman çavkaniyan her wiha diyar kirin ku her du kes ber bi cihekî nenas ve hatine birin û ji dema revandina wan, têkilî bi tevahî bi wan re qut bûye.

 

Her wiha hate  diyarkirin ku her du kes, heta niha  hîna revandî ne û malbatên wan banga serbestberdana wan dikin.

 

Di 6'ê Adarê de jî, sê birayên kurd, di dema ku ji bajarê Kobanê vedigeriyan gundê xwe Cekhur, hatin revandin.

 

Li gorî agahiyên  Çavdêriyê Mafên Mirova Ya Sûriyê, komeke çekdar ya girêdayî "Hemzat" û "Emşat" hersê bira dema ku di otomobîla xwe ya taybet de bûn riya wan girtin û ew ber bi cihekî nenas ve revandin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye