Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de serlêdanên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê didomin.
Di vê çarçoveyê de Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) serdana DEM Partiyê kir.
Sadîr Durmaz: Armanca me ew ê ku em di aramiyê de bijîn
Di dema serlêdanê de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Sadîr Durmaz axivî.
Sadîr Durmaz destnîşan kir ku ew yekîtî û biratiya Tirkiyê diparêzin.
“Divê em ji bo pêşeroja zarokên xwe û jiyaneke bi hev re, pêvajoyê bigihînin encamekê.
Armanca me ew ê ku zarokên me di aramiyê de bijîn.”
Li ser navê Dem Partiyê jî Cîgira Hevserokên DEM partiyê Hatîce Betul Çelebî axivî.
Hatîce Çelebî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got:
“Ew bang banga pêkanbûna rêyeke nû ye.
Civaka me ji aştiyeke bi rûmet re bi hesret e.
Xebatên me yên ji bo aştiyê dê bidomin.”
Resûl Kurt: Xuya ye aştî jî ji bo demeke nêz xuya nake
Dîsa Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) ku ya Erdogan e, serdana DEM Partiyê kir.
Di serdana şandeya AKP'ê de jî parlamenterê AKP'ê yê Semsûrê Resûl Kurt li ser pêvajoya aştiyê axivî û diyar kir ku ew li dewsa şer aştiyê dixwazin.
“Li her derê şer heye, di nav vî şerî de aramiya welatê me girîng e.
Xuya ye aştî jî ji bo demeke nêz xuya nake.
Em jî di nav van geşedanan de aştiyê diparêzin.
Ez hêvî dikim ku pêvajoya çareseriyê bi serkeftî encamekê bigire.
Murat Emir: Em dixwazin ku roj aramtir bibin
Di heman çarçoveyê de, Partiya Gel a Komarî (CHP) di bin serokatiya serokê xwe Ozgur Ozel de, li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê bi 14 partîyên siyasî re pîrozbahiyên cejinê kir.
Cîgirê Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Murat Emir hizrên xwe yên li ser demokrasiya li Tirkiyê anî ziman û wiha axivî:
"Ev dê nîşaneyeke eşkere be ku demokrasî li Tirkiyê çawa tê hilweşandin.
Em dixwazin ku ew cejnên xwe di rojên çêtir, aramtir û saxlemtir de derbas bikin."
Ji aliyeke din piştî 3 salan, yekem partiya ku serdana navenda Partiya Gel a Komarî (CHP) ku niha Kemal Kiliçdaroglu lê dimîne kir, Partiya Dad û geşepêdanê(AKP) bû.
Di serdanê de, ku peyamên yekîtî û hevgirtinê hatin dayîn, Resul Kurt ê AKP'ê wiha got:
"Armanca me tenê xizmetkirina welatê me ye"
Sevda Erdan Kiliç a CHP'ê jî wiha bersiva Kurdan da:
Parlementoya CHP Sevda Erdan Kiliç
"Ji bo serfiraziya welêt, Em dikarin hemû bi hev re li ser heman maseyê rûnin."
Bi vê serdana yekem a AKP'ê ya ji bo navenda CHP'ê re, siyasetmedaran diyar kirin ku beriya çend rojan Berdevkê AKP'ê Omer Çelik gotibû ku ti têkiliya wan bi biryara mutlaq bûtlan a CHP'ê re nîne û ew ne alîgir in.
Lê bi vê serdanê re, AKP'ê alîgiriya xwe da xuyakirin.