Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Kemal Memîşoglu daneyên der barê birîndariyên roja yekem a Cejna Qurbanê de, di dema serjêkirina qurbanan de par ve kirin.
Memîşoglu di parvekirina xwe de bang li welatiyan kir ku baldar bin û ev daxuyanî da:
"Di roja yekem a Cejna Qurbanê de, bi tevahî 13 hezar û 513 kes ji ber birînên ku di dema serjêkirina qurbanan de wergirtine, serî li navendên tenduristiyê yên me dan.
Di vê heyamê de, em ji welatiyên xwe dixwazin ku baldartir bin.
Em ji xwişk û birayên xwe yên birîndar re başbûneke bilez dixwazin.
Ez hemî xebatkarên tenduristiyê yên ku di cejnê de bi fedakarî erkên xwe pêk anîne, ji dil û can spas dikim."
Ji aliyekî din ve, ji ber revîna gelek ajalan ji destê xwediyên xwe di dema serjêkirinê de, dîmenên balkêş û pêkenok derketin holê.