Sebah Numan: Îraq dixebite ku şaredarekî nû ji xelkên Şengalê tayin bike

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ragihand ku Îraqê ji Tirkiyê re gotiye ku mijara Şengalê û entegrasyona YBŞ`ê meseleyeke navxweyî ya Îraqê ye û destûrê nadin destwerdana derve. Her wiha eşkere kir ku Bexda dixebite ku şaredarekî nû ji xelkê Şengalê bixwe tayîn bike û saziyên herêmî ji nû ve ava bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan derbarê entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li nava artêşa Îraqê ji The New Region re axivî.

Sebah Numan diyar kir ku rewşa li Şengalê ne tenê meseleyeke ewlehiyê ya hişke û got:

Ji bo ku Şengal ji nûve ava bibe divê planeke siyasî hebe û saziyên herêmî ji nû ve werin rêxistinkirin.

Pêwîste kesekî ji xelkê Şengalê bixwe bibe şaredar da ku rêveberiya bajêr bike.

Ji ber vê yekê, berî her tiştî hikûmeta Îraqê, bi dîtina ewlehiya bajêr wekî armanca sereke, baweriyê dide xelkê Şengalê ku xwedî li bajêr derdikin.

"Me ji Tirkiyê re got ku mijara Şengalê meseleya me ya navxweyî ye"

Sebah Numan da zanîn ku dosyaya entegrasyona YBŞ`ê meseleyeke Îraqê ye û tenê ji aliyê rayedarên herêmî ve dikare were çareserkirin û got:

"Em bi cîranên xwe re, bi taybetî bi Tirkiyê re gotûbêj dikin ku mijara Şengalê meseleyeke navxweyî ya Îraqê ye.

Em rê nadin kesekî ji derveyî Îraqiyan vê pirsê çareser bike.

Ez hêvî dikim ku piştî tayinkirina şaredarekî ji Şengalê ji bo birêvebirina bajarê Şengalê, doza Şengalê were çareserkirin."

Sebah Numan di dawiyê de destnîşna kir ku ew ê ewlehiya Şengalê deynin ser milê hêzên Îraqî.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 23`ê îlonê de, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de li hev civiyabûn.

Di daxuyaniya hevpar de ragihandibûn ku artêşa Tirk dê baregeha leşkerî ya Başîqa ya li parêzgeha Neynewayê qonax bi qonax radestî karbidestên Îraqê bike.

Di 11`ê îlonê de jî Zaydî, bi şandeya Êzîdî ya ku ji Şengalê çûbû re hatibû ba hev û ragihandibû ku YBŞ dê di nav artêşa Îraqê de were entegrekirin. 

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Ebudî jî di axaftina xwe ya li Foruma (MERI) de gotibû ku hezar û 500 endamên YBŞ`ê hatine entegrekirin û pêvajoya entegrasyona 1 û 500 kesên din ku 500 ji wan jin in, berdewam dike. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye