Piştî pejirandina pêşniya budceyan a sala 2027an, Tirkiye dê dest bi pêvajoya nîqaşkirina hûrguliyên budceyê di Komîsyona Planê ya Meclîsa Mezin a Neteweyî de bike.
Di vê pêvajoyê de dê lêçûnên saziyên dewletê, çavkaniyên darayî û pîlanên xercên giştî bên nirxandin.
Li gorî biryara hatî ragihandin, hevdîtinên komîsyonê dê di 21ê Cotmehê de, saet 14:30an, bi pêşkêşkirina Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz dest pê bikin.
Piştî pêşkêşkirina pêşniyarê, dê hefteyek ji bo amadekirina endamên komîsyonê bê dayîn.
Paşê, di 27`ê Cotmehê de nîqaşên giştî yên li ser budceyê dest pê dikin û hevdîtin dê di 27ê Mijdarê de bi dawî bibin.
Li gorî pêşniyara budceyê, lêçûnên giştî yên Rêveberiya Navendî dê bigihîjin 27 trîlyon û 276 milyar lîreye.
Di beşa deynên dewletê de, ji bo faîzên deynan 3 trîlyon û 975 milyar lîre hatiye veqetandin.
Ji bo kirîna çekan, cebilxaneyê û sîstemên leşkerî, zêdebûneke ji sedî 229 hatiye pêşbînîkirin.
Ji bo perwerdehiyê 3 trîlyon û 747 milyar lîre hatiye plankirin.
Her wiha, ji bo xizmetên tenduristiyê 2 trîlyon û 134 milyar lîre û ji bo alîkarî û piştgiriyên civakî 3 trîlyon û 406 milyar lîre hatiye veqetandin.
Di dabeşkirina çavkaniyên darayî de, Wezareta Xezîne û Darayî bi 10 trîlyon û 533 milyar lîre dibe saziya ku di pêşniyarê de herî zêde çavkaniyên budçeyê werdigire.
Piştî qedandina vê pêvajoyê, pêşniyara budçeyê dê li gorî rêzikên qanûnî ji bo qonaxa din a pejirandinê were pêşkêşkirin.