Li Riyadê Şeybanî dê bi wezîrê derve yê Siûdiyê re civiya

Wezîrê Derve yê Sûriyê, Esed Şeybanî li Riyadê, bi wezîrê Derve yê Siûdî, Feysel bin Ferhan El Siûd re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser pêşketinên herêmê, xurtkirina têkiliyên dualî û piştgirîkirina hewldanên ji bo avakirina ewlehî û aramiya li herêmê gotûbêj kirin. Her wiha Şeybanî piştgiriya Sûriyê ji bo Erebistana Siûdî piştrast kir. Şeybanî diyar kir ku ewlehiya Siûdiyê ji ewlehiya Sûriyê û herêmê nayê veqetandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di çarçoveya hewldanên xurtkirina têkiliyên di navbera Sûriyê û Erebistana Siûdî de, wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî, serdana Siûdiyê kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Wezareta Derve ya Sûriyê, ev serdan di çarçoveya xurtkirina şêwirmendiyê de pêk hat.

Di vê serdanê de, Şeybanî bi wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Feysel Bin Ferhan El Siûd re li Riyadê hevdîtin kir. 

Di civînê de pêşketinên li herêmê hatin nirxandin 

Her du wezîran li ser geşedan û pêşketinên herêmî, awayên xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de nirxandin kirin.

Di heman demê de, li ser girîngiya piştgiriya hewldanên ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya li herêmê nîqaş kirin.

Esed Şeybanî: Ewlehiya Siûdiyê girêdayî ewlehiya tevahiya herêmê ye

Di vê hevdîtinê de, wezîrê Derve yê Sûriyê tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji bo Erebistana Siûdî kir.

Şeybanî diyar kir ku ewlehiya Erebistana Siûdî girêdayî ewlehiya Sûriyê û tevahiya herêmê ye.

Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku her du welat dixwazin têkiliyên xwe xurtir bikin.

Di mijarên herêmî de şêwirmendî û hevrêziya xwe de berdewam bikin.

Her wiha, girîngiya hevkariya dualî û piştgiriya hewldanên ji bo parastina aramiya herêmê bû mijareke sereke ya gotûbêjan.

Serdana fermî ya Şeybanî ya Riyadê û hevdîtina wî bi wezîrê Derve yê Siûdî re, di heman demê de, nîşana berdewamiya têkiliyên dîplomatîk û hewldanên ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Şamê û Riyadê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye