Hilweşîna Lîreya Sûrî û sedemên wê

Di çend rojên borî de lîreya Sûrî şikestineke din li hember dolarê Amerîkî tomar kir û gihîşt bêhtirî 13 Hezar û 500 lîreyî bo her dolarekî. Werin em bi hev re sedemên têkçûna nirxê lîreya Sûrî bibînin û şewqê bidin ser awayê çareseriyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rakirina piraniya cezayên navneteweyî û biryara jêbirina 2 sifiran ji lîreya Sûrî, hêviyên mezin ji bo aramkirina aboriyê anîbûn.

Lê belê tevî van gavan jî, lîre her nirxê xwe wunda dike.

Îro nirxê lîreya Sûrî li beramber dolarê Amerîkî gihîştiye13600`î ku di nava hefteyekê de 4.6% û ji destpêka 2026`an ve 27% kêm bûye.

Ev rewş nîşan dide ku pirsgirêkên aborî yên Sûriyê, ji guhertinên siyasî û reformên diravî kûrtir in.

Analîstên aborî dibînin ku ev daketin ji ber çend sedemên sereke ye, ku piraniya wan ji ber kêmasiyên sazî û rêveberî ne.

Aborîzan dibînin ku 4 sedemên sereke yên windakirina nirxê lîreya Sûrî hene:

Sedema yekem nebûna hilberîna rastîn e.

Hilberîna pîşesazî di nîvê yekem ê sala 2025`an de tenê gihîştiye 600 milyon dolarî, ku ev rêje ji bo aboriyeke neteweyî pir kêm e.

Hilberîna petrolê ku beriya aloziya li welêt rojane 380 hezar bermîl bû, îro daketiye jêr 50 hezar bermîlî.

Ev yek dibe sedema kêmasiyeke bazirganiyê ya mezen, ji ber ku hawirde ji hilberînê zêdetir e.

Aboriya Sûriyê hîn jî bi qasî sêyeka mezinahiya xwe ya sala 2010`an e, ku berhemdayîna xwecihî ya giştî di navbera 21-32 milyar dolarî de ye.

Ev rewş nîşan dide ku aborî li ser lingê xwe nesekiniye û pêdivî bi bingehên hilberînê yên xurt heye.

Sedema duyem jî tevliheviya reforma pereyan û têkçûna veguherandina pereyên kevin e.

Pereyên nû di bazaran de kêm in û di heman demê de trîlyonên lîreyên kevin hîn jî li derveyî bankan di danûstandinan de tên bikaranîn.

Di vê rewşê de gel pereyên nû diparêzin û yên kevin bikar tînin û bi vê yekê enflasyon zêde dibe û baweriya gel bi sîstema diravî hildiweşe.

Pencereya veguherandinê ya 90-rojî di kişandina pereyên kevin de bi awayekî bibandor bi ser neket.

Li gorî çavdêran, sedema sêyemîn a têkçûna lîreya Sûrî, gendeliya berbelav û veberhênanên xeyalî ye.

Di sala 2025an de, zêdetirî 14 milyar dolar peymanên veberhênanê hatin ragihandin, lê piraniya wan bi şîrketên xeyalî yan jî yên bê sermaye re bûn.

Ev "veberhênanên sexte yan gendeliya sîstematîk" , veberhênana rastîn dûr dixe û baweriyê hildiweşîne.

Ev yek nîşan dide ku hawîrdora karsaziyê hîn jî ne ewle ye û gendelî rê li ber pêşketina aborî digire.

Rêveberiya darayî ya xirab û krîza lîkîdîteyê jî sedemên sereke yên hilweşîna lîreyê ne.

Çapkirina pereyên bê piştgirî û zêdekirina mûçeyên sektora giştî bi qasî %200 di sala 2025`an de, nêzîkî 19 trîlyon lîre xistiye nav aboriyê.

Ev yek, tevî hewldanên ji bo aramkirina rêjeya fermî, bûye sedema enflasyonek nû.

Di encamê de, di gel rakirina cezayan û jêbirina sifiran, lîreya Sûrî hilweşîna nirxê xwe berdewam dike.

Rakirina cezayan an jêbirina sifiran, nikare bi awayekî sêrbazî vê pirsgirêkê çareser bike.

Pêdivî bi reformên bingehîn, hilberîna rastîn, rêveberiya darayî ya zelal û têkoşînek mezin li dijî gendeliyê heye, da ku lîreya Sûrî aram bibe û aboriya Sûriyeyê vegere ser rêya rast.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye