Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê (EGM) ragihand ku têkildarî êrîşa çekdarî ya li Dibistanê, 16 kes hatine binçavkirin.
Di daxuyanya ku li ser hesabên EGM X û NSocial hatî dayîn, ev hate destnîşan kirin.
Di çarçoveya lêpirsînên têkildarî êrîşa çekdarî ya ku di 14`ê Nîsanê de li Dibistana Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu ya li navçeya Sîweregê a Rihayê pêk hatiye, 16 kes hatin girtin.
Prosedurên derbarê gumanbaran de berdewam in.
Xwendekarê 19 salî ku ketibû Dibistana Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu ya li navçeya Sîweregê a Rihayê 16 kes bi çekê birîndar kirin û piştre xwe kuşti bu.