Beşa duyemîn a hevpeyvîna Rêber Abdullah Ocalan hat weşandin

Beşa duyemîn ya hevpeyvîna Rêber Abdullah Ocalan hat weşandin. Rêber Ocalan diyar kiribû ku armanca wî ew bû ku ew li Tirkiyeyê cihên Kurdan jî bike cihên bedew ên mirovên bedew lê dijîn. Rêber Abdullah Ocalan gotibû:" Ez di wê rewşê de me ku dikarim pirsgirêkên siyasî çareser bikim.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, cara yekemîn hevpeyvîna, Rêberê Gelê Kurd ya beriya 28 salan bi rojnamevan Fatîh Altayli re hat weşandin.

Îro jî, beşa duyemîn ya hevpeyvînê hat weşandin.

"Mirovek eslê xwe înkar bike pir xirab e"

Rêber Abdullah Ocalan gotibû:

" Di zarokatiya xwe de ez difikirîm, 'Xwezî ez Tirk bûma, lê piştî ku ez hişyar bûm, min li Enqereyê fêm kir ku înkarkirina kevneşopiya bav û kalên xwe kiryareke pir biçûkxistinê ye.

"Mirovek eslê xwe înkar bike pir xirab e."

Rêber Ocalan di nirxandina xwe de dibêje armanca wî ew bû ku ew li Tirkiyeyê cihên Kurdan jî bike cihên bedew ên mirovên bedew lê dijîn.

"Ger Yekîtiya Kurd-Tirkan pêk were wê yekîtiyên baş derkevin holê"

Rêber Abdullah Ocalan yekîtiya Kurd ku xwe dispêre wekheviyê, azadiyê yan jî xwestekên aliyan pêş bixe, ne yekîtiya Kurd-Tirkan pêk were wê bi awayekî teqez yekîtiyên baş derkevin holê.

“Ez di wê rewşê de me ku pirsgirêkên siyasî dikarim çareser bikim”

Rêber Abdullah Ocalan hîn wê demê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev bang li Tirkiyê dike:

" Ez di wê rewşê de me ku pirsgirêkên siyasî çareser bikim, tecrûbeya min heye. Bila gelê Tirkiyeyê ji tecrûbeya min sûd werbigire. Ger ev siyasetmedar ji xwe bawer bin, bila werin û em nîqaş bikin. Temenê min 48 e, ma çi yê min kêm e."

Serokwezirê Tirkiyê, Mesût Yilmaz soz dabû ku pirsgirêka Kurd çareser bike, lê berevojî wê suîqest pêk hatin. Hin bendewariyên wî hebûn, wî pirsgirêka çeteyan vekir û di serdema wî de, suîqesteke pir mezin pêk hatibûn.

Di wan rojan de, 500 milyar winda bûn. Bi îhtîmaleke mezin, ew pere ji bo kuştina min hatibû dayîn.”

Rêber Ocalan: Ez dixwazim rêya çareseriyê vekin

Rêber Ocalan diyar dike ku ew li pey hin daxwazên pir xwezayî, mirovî û demokratîk in. Ew dixwazin rêya çareseriyê vekin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye