Gefxwarin û tundiya li ser jinên rojnamevan roj bi roj zêde dibe, lê tevlî vê yekê jî, ew lêgerîna xwe ya rastiyê berdwam dikin.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamiya (MKG) ku herî zêde li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kar dike, rapora xwe ya taybet bi binpêkirinên li hember mafê jinên rojnamevan di meha îlona îsal de eşkere kir.
MKG: Rojnamevanên jin rastî binçavkirinan tên
MKG`ê ragihand ku di meha Îlonê de jî, rojnamevan bi zext û zordariyê re, rû bi rû mane û tenê di wê mehê de, 4 rojnamevan rastî êrîşan hatin, derbarê 5 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û di derheqê 3 rojnamevanan de jî, doz hate vekirin.
MKG: Rojnamavan ji ber nasnameya xwe dibin hedef"
MKG`ê da zanîn ku rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin û rastiyê ji raya giştî re radigihînin, hem ji ber pîşeya xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe, bûn hedef.
Di raporê de, bal hatiye kişandin li ser bûyera binçavkirina rojnamevan Heval Arslan ku di meha îlonê de, li Belçîkayê hat binçavkirin û hate diyarkirin ku vê yekê jî nîşan da ku zextên li ser rojnamevanên jin, ne tenê bi Tirkiyê ve sînordar in.
Her wiha Komeleyê da zanîn ku hedefgirtina rojnamevanên jin ên Kurd li Ewropayê, nîşanek eşkere ya nerehetiya li hember hêza têkoşîna jinan ji bo çapemeniya azad e û diyar kir ku vê rewşê careke din girîngiya hevgirtina navneteweyî ya di navbera rojnamevanan de derxist holê.
Ji bo binpêkirina dengê rojnamevanan hesabên wan yê medyaya dîjîtal têne girtin
Di heman demê de, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamiya MKG bal kişand ser astengiyên derbarê hesabên rojnamevanan ên medyaya dijîtal û eşker kir ku girtina hesabên medyaya dîjîtal û sînordarkirinên gihîştinê, wekî rêbazên nû ji bo bêdengkirina rojnamevanan derketine holê.
Komeleyê ev yek jî destnîşan kir ku "Tevî hemû zextan, rojnamevan mafê raya giştî yê agahdariyê diparêzin û rastiyê radigihînin. Ji ber ku çapemeniya azad bi wêrekî û wijdanê ku ji pênûsa jinan tê afirandin, li ser lingan disekine.”