Hêzên Kurdî îdiaya Trump a çekan derewand

Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku çekên ku ji xwepêşanderên li Îranê re hatine şandin ji aliyê hêzên Kurdî ve hatine veşartin. PDK-I û Komeleyê îdiaya Trump red kir û diyar kir ku îdiayên Trump "bê bingeh" in û wan ti çek nestendine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî gefên xwe yên tund ên li dijî Îranê derbarê Tengava Hurmizê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump vê carê îşaret bi îhtîmala lihevkirinekê kir û got ku danûstandin berdewam dikin û dibe ku heta roja duşemê lihevkirinek pêk bê.

Donald Trump di hevpeyvînekê de bi Fox News re got: "Ez difikirim ku em dikarin sibê lihevkirinekê bikin û da zanîn ku danûstandinan berê dest pê kirine."

Trump gotinên xwe yên tund domandin û ger lihevkirinek çênebe, ew ê Îranê vegerîne dojehê.

Serokê Amerîkayê bi bîr xist ku ger Îran zû lihevkirinekê neke, ew difikire ku her tiştî biteqîne û petrolê kontrol bike û pêşniyar kir ku binesaziya enerjiyê dikare bibe hedef.

Her wiha Trump diyar kir ku ji bo berdewamiya danûstandinan, kesên ku li ser navê Îranê danûstandinan dikin, parêzbendiya demkî wergirtine.

Donald Trump got: "Derfeteke baş heye, danûstandinan berê dest pê kirine."

Di heman hevpeyvînê de, Trump îdia kir ku Amerîka çek ji xwepêşanderên li Îranê re şandiye.

Li gorî nûçegihanê Fox News Trey Yingst, Trump gotî: "Me gelek çek ji wan re şandin.

Me çek bi rêya Kurdan, ji xwepêşandêran re şandin, lê ez difikirim ku Kurdan ew çek ji bo xwe hiştine."

Ji aliyekî din ve, li gorî raporekê Rudawê, partiyên Kurd ên li Rojhilat Kurdistanê îdiayên Trump red kirine.

PDP-Î: Îdia bê bingeh in, me çek nestandine

Berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mihemed Nazîf Kadirî ku beşek ji Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (OPCW) ye wiha da zanîn:

"Siyaseta me ne ew e ku em bi rêbazên tundûtûj xwepêşandanan bikin.

Berevajî vê, em bawer dikin ku divê daxwazên me bi rêbazên bêçek, aştiyane û sivîl werin îfadekirin.

Idîa bê bingeh in me çek nastendine. Çekên ku di destê me de ne yên 47 salên berê ne û destkeftiyên me yên ji qada şer a li dijî Komara Îslamî ne û hin ji wan jî me ji bazarê kirîne."

Di vê navberê de, nûnerê PDP-Î li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Hejar Berencî, jî îdiayên Trump red kir û ragihand ku Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wê li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.

Endamê Buroya Siyasî ya Civaka Karkerên Şoreşger ên Kurdistana Îranê (Komele) Kako Alyar, jî bertek nîşanî îdiaya Trump da û red kir.

Alyar got: "Me ne çek standine û ne jî me ev yek bi kesî re nîqaş kiriye. Li ser vê mijarê tu agahî li ba me tune ne."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye