Hengawê rapora meha îlonê eşkere kir

Kolber Mehdî Şerîfî ku xelkê bajarê Banê ye bi guleyên rasterast ên hêzên Sînor ên Komara Îslamî ya Îranê li navçeya sînorî ya "Sardaw" hat kuştin. Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nasnemaye 89 welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên ku ji aliyê hêzên ewlehî ve di Îlona 2025'an de hatine girtin, eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya Mafên Mirovan a Hengawê rapora meha îlanê ya binpêkirinên Rejîma Îranê û kuştina Kolberan eşkere kir.

 

 

Kolberekî Kurd bi guleyên rejîma Iranê hat kuştin

 

Li gorî rapora  Hengawê, sibeha roja Yekşemê (5'ê Cotmeha 2025'an) kolberê Kurd Mehdî Şerîfî yê 40 salî rûniştiyê gundê "Kanî Sêw" ê ser bi bajarê Banê bi guleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin.

 

Li gorî çavkaniyeke agehdar a Gengawê, hêzên leşkerî ev kulberê Kurd ji nêz ve û bi zanebûn kuştine. Termê wî bo navendeke bizîşkî yên Banê hatiye veguhastin û heta niha termê wî radestî malbata wî nehatiye kirin.

 

Mehdî Şerîfî kolberê sêyemîn e ku di 10 rojên dawî de li ser sînorê banê tê kuştin.

 

Li gorî amarên tomerkirî yên Hengawê, di 10 rojên borî de sê kolberên bi navên Qasim Ezîzî yê 43 salî , Rêbwar Mihemedzade yê 38 salî û herwiha Mehdî Şerîfî yê 40 salî bi guleyên rasterast ên hêzên sînorî hatine kuştin.

 

Rejîma Iranê 89 kes di nav mehekê de girtine

 

Her wiha Hengawê ragihand ku ji destpêka meha Îlona 2025an ve, nêzî 89 welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê hêzên ewlehî yên komara Islamî ya îranê ve hatine girtin.

 

Li gorî amarên ku li Navenda Îstatîstîk û Belgekirinê ya Saziya Mafên Mirovan a Hengaw hatine tomarkirin, nasnameyên van kesan hatine eşkerekirin.

 

Li gorî raporê, ji girtiyan: 6 çalakvanên jin, 11 zarok di bin 18 salî de, 43 welatiyên Kurd û 10 hemwelatiyên Belûç di hatine girtin an jî revandin.

 

Di raporê de tê xuyakirin ku girtî li gor parêzgehan têne dabeşkirin. Piraniya wan ji bajarên Kurdî ne, ew jî;  li parêzgeha Sine bi 23 girtî, Urmiye û Îsfehan her yek bi 20 girtiyan hatiye tomarkirin .

 

Di nav wan de , jimarek ji mamoste, xwendekar, nivîskar û hunermend hene.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24