Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî li Başûrê Kurdistanê ye.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wê fermandar Mazlûm Ebdî bi nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Sûriyê, Tom Barak û Serokê herêma Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî re bicive.
Beriya niha jî Ebdî ligel Nîcîrvan Berzanî û Mesrûr Berzanî civiyabû û gelek mijarên li herêmê û bi taybet yên Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin.
Tê pişbinîkirin ku di civîna Ebdî û Barrack de wê mijara Sûriyê û peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, bê nîqaşkirin.
Ev serdana Mazlûm Ebdî, di demekê de tê ku Şanderê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn, Tom Barrack, duh di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Bexdayê.
Hevdîtinên Barrack ên bi rayedarên Îraqê re dewam dikin.
Tom Barrack bi Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî re civiya
Tom Barrack bi serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî re civiya.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê der barê naveroka civîna Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî û Tom Barrack de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan girêdanbûna hikûmeta Îraq û Amerîkayê ya ji bo avakirina hevkariyeke stratejîk a dualî dubare kirine.
Barrack bi Faiq Zeydan re jî civiya
Barrack bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Faiq Zeydan jî re civiya.
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê der barê naveroka civîna navbera dadwer Faiq Zeydan û Tom Barrack de daxuyaniyeke weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
Duh Tom Barrack gihîştiye Bexdayê û bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Faiq Zeydan civiyaye.
Tom Barrack rola desthilata dadwerî ya di bicihanîna xalên destûrî, pêkanîna parlamento û hikûmetê de, nirxandiye.
“Serdana vê carê ya tom Barrack ji serdanên din cuda ye”
Li gorî nêrîna çavdêran, serdana vê carê ya Tom Barrack ji serdanên din cuda ye.
Çavdêr destnîşan dikin ku Barrack vê carê bi wezifeyeke fermî hatiye Îraq û Herêma Kurdistanê.
Her wiha çend dosyayên girîng ên weke kontrolkirina çekan û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe re aniye da ku gotûbêj li ser bike.