Şaredarê CHP'ê Çankaya Huseyîn Can Guner hat girtin

Şaredarê CHP’ê Çankaya Huseyîn Can Guner ku der heqê wî de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, dema ku ji Qibrisa Bakurî vegeriya Enqereyê, hat binçavkirin. Der barê girtina Huseyîn Can Guner de gelek kesan nerazîbûn nîşan da.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Tirkiyê operasyonên li dijî patiya Gel a Komarê CHP'ê berdewam dikin.

Şaredarê CHP'ê Çankaya Huseyîn Can Guner ku di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina sûc", "bertîl" û "sexteya îhaleyan" de fermana girtinê li dijî wî hatibû dayîn, dema ji Qibrisê vedigeriya Enqereyê, li balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hat binçavkirin.

Guner, ku li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, piştî kontrolkirina tenduristiyê ji bo lêpirsînê hat birin ji bo Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.

Piştî lêpirsînên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatin hevrêzkirin û ji aliyê Şaxê Sûcên Darayî ya Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Enqereyê ve hatin kirin, ji bo 36 kesan, tevî Şaredarê Çankaya Huseyîn Can Guner û hin burokratên şaredariyê, bi tawanên "avakirina rêxistineke sûc", "endamtiya rêxistineke sûc", "qebûlkirina bertîlan", "dayîna bertîlan" û "sexteya îhaleyan" fermana girtinê hat dayîn. 

DEM Partî: Divê dorpêça li ser şaredariyan yekser bi dawî bibe

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, bi daxuyaniyekê li dijî operasyona Şaredariya Çankaya û binçavkirina Şaredar Huseyîn Can Guner, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal, operasyon wekî "desteserkirina vînê"bi nav kir û got:

"Em vê sîstema tepeserkirina vîna hilbijartî ji erkdarkirina qeyuman nas dikin.

Ev operasyon siyasî ne, ne qanûnî ne û divê yekser rawestin.

Ev operasyon demokrasiyê qels dikin.

Cihê Huseyîn Can Guner ne di odeyên binçavkirinê de ye.

Di meqamê de ku ji hêla gelê Çankayayê ve ji bo wî hatiye spartin."

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogulları jî diyar kir ku operasyonên demokrasiya herêmî hedef girtiye.

Hatimogullari destnîşan kir ku hikûmet bi salan e bi rêveberên erkdarkirî, binçavkirin û operasyonên siyasî demokrasiya herêmî hedef digire, israra xwe ya li ser vê nêzîkatiyê didomîne.

"Operasyona li dijî Şaredariya Çankaya û binçavkirina Şaredar Huseyîn Can Guner, polîtîkayeke dorpêçkirina vîna gel a bi rêya dadweriyê ye, ne tiştekî din e.

Ev dorpêça ku ji şaredariyekê ber bi şaredariyeke din ve dirêj dibe, divê yekser bi dawî bibe."

Ozgur Ozel: Em li ser piyan in û bila ev ji we re bibe derd

Serokê CHP'ê yê hilbijartî Ozgur Ozel di dema xebata xwe ya li Edeneyê de li dijî operasyona li dijî Şaredariya Çankayayê bertek nîşan da.

Ozel diyar kir ku operasyonên şaredariyê ji hêla siyasî ve hatine kirin û got:

" Em li ser piyan in, bila ev ji we re bibe derd."

Ozel destnîşan kir ku di operasyona Şaredariya Çankayayê de şahidên veşartî hatine bikaranîn û got:

"Ew sûcdariyeke derew dikin û dûre xwe eşkere nakin.

Hat ragihandin ku di vê operasyonê de heta niha 29 kes hatine binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye