IHR: Li Îranê di salekê de 1500 kes hatine darvekirin

Dewleta Îranê, di sala 2025'an de, herî kêm hezar û 500 kes darve kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights-IHR), li Îranê di tevahiya sala 2025’an de 1,500 kes hatine darvekirin.

Rêveberê IHR’ê Mehmûd Emîrî Muqedem ku navenda saziyê li Norwecê ye daxuyaniyek da AFP’ê û got:

"Tişta ku em bi awayekî tekez dizanin ew e ku hejmara darvekirinan ji 1,500’î derbas bûye.

Ev rekorek e. Ji dawiya salên 1980’î ve ye, ango zêdetirî sîh û pênc salan e hejmara herî bilind ev e.’’

Her wiha Emîrî Muqedem, diyar kir ku hê çend bûyerên darvekirinê yên nehatine piştraskirin jî hene.

Rêveberê IHR’ê, da zanîn ku dibe hejmara rastîn gelekî ji ya hatî eşkerekirin zêdetir be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye