Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol di 14`ê Cotmeha 2025`an de, li mala xwe ya Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, lê di şeva sersalê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha ji bo Huseyîn Aykol li eywana Yilmaz Guney a li navçeya Çankayayê merasîma oxirkirinê ango bîranînê tê lidarxistin.
Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo bîranîna Aykol peyamek şand.
Peyama Ocalan ji aliyê endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.
Nameya Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
“Em ji ber wefata Mamoste Huseyîn di nav xemgîniyek mezin de ne. Di serî de ji malbatê re, ji Çapemeniya Azad re, hevrêyê wî re, hezkirî û hogiran re sersaxiyê dixwazim.
Daxwaza wî ya dawî ev bûyê ku bi min re hevpeyvînê bike. Ew daxwaza wî ji bo min bi nirx û watedar e. Bi mamoste Huseyîn re me di sala 90`î de derfeta hevdîtin û hevpeyvînê dîtibû. Heke ev mirina bêwext nebûna min dixwest wî bibînim û pê re sohbet bikim.
Ew kesayetekî enternasyonal bû ku jiyana xwe ji şoreş û têkoşînê re terxan kiribû. Kesayetekî ji dil û kedkar bû.
Ev rewşenbîr û rojnamegerekî ku bûbû dengê heqîqete û şoreşgerekî ku şûna wî nayê tijekirin. Me pêşengekî enternasyonalîst winda kir. Di hemû jiyana xwe ya têkoşer de bi pênûs û helwesta xwe her tim bû pêşengek, rê nîşan da û şoreşgerekî mînak e.
Li cem min ew jî weke Gurbetellî Ersoz û Sirri Sureyya Onder hevalekî têkoşînê yê bêhempa bû.
Jiyana Huseyîn Aykol nîşaneya şênber a lêgerîna heqîqetê û berpirsiyariya civakî ye. Li dijî tarîtiyê dengê heqîqetê bû û wî li ser rêya Çapameniya Azad qet serî netewand.
Wî jiyana xwe fedayî azadiya gelan kir. Ditêkoşîna wekheviyê de kêliyek jî dilgiranî nekir û bi baweriyek xurt heta henaseya xwe ya dawiyê vê alê ji destê xwe nedanî û tişta pêwîst bi laîqî bicih anî.
Têkoşîna wî, îdealên wî û keda wî, wê di wîjdana vê axê de heta dawiyê zindî bê hiştin.
Em ê bibin peyrew û şopdarên îdealên wî ku li paş xwe hişt, raman, têkoşîn û keda wî ya mezin.
Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin û bidin jiyandin.
Dubare ji malbatê, çapemeniya azad, hevalên wî yên têkoşînê, dost û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim.”